AMİDA HABER – Demirbaş di serdana xwe de Mem û Zîna Ehmedê Xanî diyarî Papa Francis kir. Demirbaş derbarê pirsa kurd de jî nameyek da Papa û jê xwest ji kurdan re dua bike.
Abdullah Demirbaş kî ye?
Abdullah Demirbaş di hilbijartinên 2004’an de li Amedê bû şaredarê Sûrê û di xizmetên şaredariyê de yekem kes bû ku zimanê kurdî bi kar anî. Du deman şaredariya Sûrê kir. Di vê demê de hate girtin û piştî demekî ji ber nexweşiya xwe serbest hate berdan. Ji ber dozên derbarê wî de neçar ma biçe Swîsreyê û penaber be. (Navenda Nûçeyan)
https://amidahaber.com/kurdi/pirtuka-mem-u-zine-diyariye-papa-kir-2250h